image

PeyamaKurd – Wezareta Petrolê ya Iraqê, derbarê hinardekirina petrola Kurdistanê bi ser bendera Ceyhan a Tirkiyê de daxuyanî da û ragihand, ew di mijara ji nû ve destpêkirina hinardeya petrolê de cidî de.

Wezaretê diyar kir ku ew li ser dixebitin pirsgirêkên peymanên şirketên ku bi hikûmeta Herêma Kurdistanê girê dane ji aliyê hiqûqî, teknîkî û darayî ve çareser bikin.

Di daxuyaniya ji aliyê Berdevkê Wezareta Petrolê Asim Cîhad ve hatiye dayîn de, tê gotin ku hikûmeta Iraqê hewldanên cidî li ser mijarê dike û hate diyarkirin, ji ber ku budçeya herêmê jî di nav xwe digre, divê li gorî yasyan bilez hinardeya petrolê dest pê bike.

Hêjayî gotinê ye, piştî biryara Dadgeha Hakem a Navdewletî ya Parîsê ji 25ê Adara 2023yan ve hinardeya petrola Kurdistanê ya bi ser Tirkiyeyê de rawestiyaye û ziyaneke mezin a aborî gihandiya Iraq û Kurdistanê.