.jpg)
PeyamaKurd – Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR), ragihand ku Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê ligel Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD), li çoltera Dêrazorê operasyoneke daxistina asmanî li dar xist.
Li gorî çavkaniyê SOHRê, operasyona navborî beyaniya roja Sêşemê li dijî DAIŞê, li herêma kontrola HSDê hatiye encamdan.
Di operasyona daxistina asmanî ya hêzên HSD û Hevpeymaniyê de, li bajaroka Ebu El-Naytal a Dêrazorê malek hatiye hedefgirtin.
Hat diyarkirin ku kesekî ji çekdarên DAIŞê re kar dikir yê bi navê "Mohamed Matshar Al-Sorour" hatiye desteserkirin û beriya girtina wî jî bi hoparloran bang li şêniyê taxê hatiye kirin ku ji malên xwe dernekevin.