image

PeyamaKurd - Hikûmeta Herêma Kurdistanê, li ser êrîşa moşekî û dronên bombekirî ya Îranê li ser baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê, şermezar kir û banga bidawîanîna êrîşan li Îranê kir.

Di daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hat gotin, ev êrîş “ji bo ji rê derxistina berê bûyeran e” û “divê dawî li wan destdirêjiyan were anîn”.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê diyar kir: “Bombebarankirina binkeyên opozisyonê bi moşekan ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve, bi her hincetekê be, helwesteke nerast û ji bo ji rê derxistina arasteya bûyeran e û cihê matmayînê ye. Êrîşên bi vî awayî ku berdewam li ser axa me tên kirin û di encamê de xelkê sivîl jî dibin qurbanî, em şermezar dikin û pêwîst e dawî li wan destdirêjiyan bê anîn.”

Îranê îro 28ê Îlona 2022yan bi riya dronên bombekirî û moûşekan êrîşî ser baregehên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê ya li bajarokê Koyê, Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistana Îranê li Zirgiwêz a Silêmaniyê û Partiya Azadiya Kurdistanê ya li Pirdê kir. 

Biryargeha Hemze ya Hêzên Moşekî ya Supaya Pasdaran ragihandiye ku wan bi bi moşekên cûreya 360 û dronan êrîş kirine û gefa êrîşên berdewam li partiyên Rojhilatê Kurdistanê xwar.

Wezîrê Tenduristiyê: Heta niha 9 şehîd û 32 birîndar hene