image

PeyamaKurd – Tevî ku piştî operasyon û êrîşên Tirkiyeyê yên ser herêmên jêr kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) operasyonên dijî terorîstên DAIŞê hatibûn rawestandin jî hat ragihandin ku di navbera hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya Amerîka pêşengiya wê dike û HSDê de piştî demekê dewriyeya hevbeş a leşkerî hatiye kirin.

Li gorî ragihandina çavkaniyên herêmê, dewriyeya hevbeş bi beşdarîya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî û wesayîtên HSDê li navçeya Rimelan a Hesekê û gundewarên Deyrezorê yên dikevin ser sînorê Iraqê hatiye encamdan.

Hêjayî gotinê ye, hêzên hevpeymaniyê di çarçoveya têkoşîna dijî DAIŞê de operasyon û dewriyeyên hevbeş dikin ku mebesta wê dabînkirina ewlehî û aramiya herêmê ye.

HSDê piştî êrîşên Tirkiyê yên asmanî ku 20yê Mijdarê dest pê kiribûn û amadekariya operasyona bejahî li ser Rojavayê Kurdistanê tê kirin, dewriye û operasyonên ligel Hevpeymaniya Navdewletî rawestandibûn.