image

PeyamaKurd- Hat ragihandin ku heyetekî di asta bilind de ji Herêma Kurdistanê dê here Bexdayê. Heyet dê mijarên darayî bi Bexdayê re gotûbêj bike. Wezîrê darayî yê Iraqê Allawî bo çapemeniyê ragihand ku wê heyeta Kurdistanê here Bexdayê û weha got:

“Di rojên pêşiya me de wê ji Hewlêrê heyetekî di asta bilind de were Berxdayê. Em ê li ser temamê mijaran biaxifin. Wê çareseriyekî zelal be û wê plana budçeyê bê cîhbicîhkirin. Înşallah em ê projeya budçeyê zû temam bikin. Di dawiya meha 9 an an di serê meha 10 an de pêşkêşî encumena wezîran bikin. Di hevdîtinê de wê li ser mijarên stratejîk jî bê axaftin.”

Herêma Kurdistanê bo çareseriya krîza aborî ya d navbera Kurdistanê û Iraqê de, tetbîqkirina destûra bingehîn ya Iraqê dixwaze. Serokatiya heyeta Kurdistanê, cîgirê serokwezîrê herêma Kurdistanê Qubad Talabanî dimeşîne.