image

PeyamaKurd - Serokê komîsyona çandinî û avdaniyê li parlementoya Kurdistanê Osman Sîderî ragihand, plan hatiye danîn ku 30 bendav li Herêma Kurdistanê bên çêkirin.

Şandeke komîsyona çandinî û avdaniyê ya parlementoya Kurdistanê îro 20ê Îlonê serdana devera Germiyan kir ji bo zanîn û dîtina pirsgirêk û arîşeyên çandinî û avdaniya wê deverê.

Piştî serdanê, serokê komîsyonê Osman Sîderî ragihand, sirûşta Herêma Kurdistanê ji bo çêkirina bendavan baş e. Ji ber wê jî plan hatiye danîn 30 bendavên nû bên çêkirin.

Osman Sîderî got, ji ber guncawbûna sirûşta Kurdistanê ji bo çêkirina bendavan, bûdceyek mezin jî bo wê yekê pêwîst nake.

Berpirsê giştî yê bendavan, Ekrem Ehmed jî berî niha dabû xuyakirin ku li Herêma Kurdistanê cihê çêkirina 240 bendavan hatiye destnîşankirin. 14 ji wan xilas bûne û 17ê din jî çêkirina wan didome. 30 bendav jî hatine dîzaynkirin ku beşek ji wan bendavên mezin in.