
PeyamaKurd – Fermandarê Operasyonên Hevbeş a Mûsilê Ebdullah Remezan ragihand ku ji ber berpirsiya şewata eywana dawetê ya Hemdaniyê ku herî kêm 114 kes mirine, 9 kes hatine desteserkirin, lê xwediyê eywanê jî reviyaye.
General Ebdullah Remezan daye xuyakirin, “Heta niha 87 cenaze bo tiba adlî hatine şandin ji 136 birîndaran jî 15 bo nexweşxaneyên Hewlêrê, 20 jî bo Duhokê hatine veguhestin.
Fermandarê Iraqî ragihand ku lêpirsîn li ser bûyerê hatiye destpêkirin û heta niha 9 kesên berpirsiya wan di şewatê de heye hatine girtin ku xwedîyê eywana dawetê jî reviyaye.
Herwiha Ebdullah Remezan, got ku wan ji bo desteserkirina xwediyê salona dawetê alîkarî ji Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed xwestiye.