image

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li taxa Tey a bajarê Qamişlo ku di bin kontrola Rêveberiya Xweser de ye, 2 bombe teqiyan û di encamê de 2 jin birîndar bûn.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya li Rojavayê Kurdistanê ragihand, herdu jinên ku di encama eqîna 2 bombeyan de birîndar bûbûn, ji bo nexweşxaneyê hatine şandin û got, li hemberî hewlên têkdana aramiya navçeyê rawestin û şaneyên razayî yên ku bi van karan radibin werin girtin.

Navenda Ragihandina Asayişa Rêveberiya Xweser diyar kir: “Ev kiryar me ji armancên me yên parastina milkên gelê me dûr naxe, berdêl çi dibe bila bibe em ji bo parastina gelê xwe bixebitin.

Hêjayî gotinê ye, taxa Tey berê di destê çekdarên milîsên Berevaniya Niştîmanî yên bi ser rejîma Sûriyê bû û piştî şer û pevçûnên el Asayişa Rojava ketibû bin kontrola Asayişa Rêveberiya Xweser.