image

PeyamaKurd – Îro 4 sal ji ser salvegera biryara rêveberiya siyasî ya Herêma Kurdistanê, ya ji bo birêvebirina Referandûma Serxwebûna Kurdistanê derbas bû.

Roja 7ê Hezîrana 2017an, bi serpereştiya Serok Barzanî rêveberiya piraniya partiyên siyasî û nûnerên pêkhateyên li başûrê Kurdistanê civiyan. Di wê civîna li ser daxwaza Serok Barzanî pêkhat de, rêveberên partiyên siyasî û nûnerên pêkhateyên Kurdistanê biryar dan, roja 25.09.2017ê referandûma serxwebûna Başûrê Kurdistanê pêk bê.

Roja 25.09.2017ê, wek cejn û karnavaleke netewî bû ji bo gelê Kurdistanê û gel li hemû bajar û bajarokan çûn ser sandoqa dengdanê û piştî encam jî hatin eşkerakirin, sedî 93 xelkê Kurdistanê deng ji bo serxwebûna Kurdistanê dan.