image

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku komeke girêdayî milîsên Iraqê bi navê Qasim El Cebarîn, çar karwanên leşkerî yên hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê li başûrê Iraqê kirin armanc.

Koma Qasim El Cebarîn ragihandiye ku karê karwanên serbazî yên Hevpeymanan, veguhestina alavên şer ên artêşa Amerîkayê ye, loma hatiye armanckirin.

Îro Pêncşemê danê sibehê jî, milîsên Iraqê yên bi ser Îranê ve, Devera Kesk a li Bexdayê kiribûn armanc.

Çavkaniyên ewlehiya Iraqê ragihandine ku vê sibê du moşek li derdora Balyozxaneya Amerîkayê ya li Iraqê ketine xwarê û di êrîşê de zirar gihiştiye hejmarek otomobîl û xaniyên deverê.

Şaneya Ragihandina Ewlehiya Iraqê da xuyakirin ku artêşa Iraqê li ser wan êrîşan dest bi lêkolînê kiriye.