
PeyamaKurd – Dadgeha Federalî ya Iraqê, giliyê bo hilweşandina Komîsyona Bilind a Hilbijartinên Herêma Kurdistanê red kir.
Serokê Fraksiyona Nifşa Nû Sîrwa Ebdulwehîd, beriya niha ji bo hilweşandina Komîsyona Bilind a Hilbijartinên Herêma Kurdistanê gilî li Dadgeha Federal tomar kiribû.
Dadgehê li ser giliyê navborî beriya niha 3 caran rûniştin pêk anîbûn û di rûniştina 26ê Îlonê de jî biryara xwe eşkere kir.
Dadgeha Federalî ya Iraqê îro Duşemê ragihand ku biryar hatiye dayîn ku daxwaza gilî were redkirin.