image

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Hevpeymaniya Çarçoveya Hevahengiyê ya Şîeyên nêzî Îranê, biryar daye ku parlamenterekî serbixwe yê Kurd ê bi navê Muhsîn Mendelawî ji bo posta cîgirê yekem ê serokê parlamentoya Iraqê ku ji ber vekişîna Tevgera Sedr vala maye, destnîşan bike.

Hakim Zamilî piştî hilbijartinên 10ê Cotmeha 2021ê ji Tevgera Sedr bûbû cîgirê yekem ê serokê parlamentoya Iraqê. 12 ê Hezîranê ji ber vekişîna ji parlamentoyê ya 77 parlamentarên Tevgera Sedr ew post jî ji wê demê ve vala maye.

Hat zanîn ku Çarçoveya Hevahengiyê mijara namzedkirina Muhsin Mendelawî bi aliyên Kurdistanî û Sunî re gotûbêj kiriye û razîbûna destpêkê ji her du aliyan wergirtiye.

Hêjayî gotinê ye, şandeke hevpeymaniya Çarçoveya Hevahengiyê di 10 rojên borî de serdana Hewlêr a paytexta Herêma Kurdistanê kiribû û tê gotin ku ew mijar jî bi aliyên Kurd re hatiye gotûbêjkirin.

Muhsin Mendelawî ku parlamenterekî serbixwe yê Kurd e, sala 1968an li sînorê parêzgeha Diyaleyê ji dayik bûye û niştecihê Bexdayê ye. Mendewalwî di hilbijartinên 10ê Cotmeha 2021an de li ser bazineya pênc a Bexdayê bi 5 hezar û 385 dengan wek parlamenterê serbixwe hatibû hilbijartin.