image

PeyamaKurd - Banka Navendî ya Iraqê ragihand ku diravê ku hikûmeta Kurdistan û Iraqê li ser li hev kirine, sibê digihe destê hikûmeta Herêma Kurdistanê.

Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî, piştî pêwendiya telefonî ya ligel Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ya 15ê Tebaxê ragihandibû ku wan li ser şandina beşek ji mûçeyê karmendan li hev kiriye.

Berpirsekî banka navendî ya Iraqê li Hewlêrê îro ji medya Kurdistanê re ragihand ku 320 milyar dînarê bo mehaneyan sibe dikeve ser hesabê hikûmeta Kurdistanê.

Wezareta Darayî ya Kurdistanê jî ragihand, her gava ew dirav bigihe destê wan dê yekser dest bi dayîna mûçeyê meha Adarê bikin.

Wezareta Darayî da zanîn, mûçeyê vê mehê jî dê mîna mûçeyê meha borî bi rêjeya %21 were kêmkirin, ji ber ku diravê ku destê wan de ye, têra wê nake mûçe bi temamî were dayîn.