image

PeyamaKurd -  Îranê ji Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ku niha li serdana Tehranê ye daxwaza demûdest bêçek kirin û derxistina partiyên Rojhilatê Kurdistanê  ji nav Herêma Kurdistanê kir.

Sekreterê Encûmena Bilind a Asayişa Niştimaniya Îranê Elî Şemxanî di civîna ligel Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî de, jê daxwaz kir partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên li Herêma Kurdistanê bilez werin bêçekkirin û derxistina.

Elî Şemxanî diyar kiriye, Îran ji zêdebûna tevgerên “komên terorîstî” ango partiyên Rojhilatê Kurdistanê li Herêma Kurdistanê gelekî bi fikar e.

Şemxanî ji Mistefa Kazimî re gotiye ku partiyên rojhilatê Kurdistanê tevgerîna ewlehiya sînorên navbera herdu welatan têk didin û ji Kazimî daxwaz kiriye, “Pêwîst e ew kom di demeke herî nêzîk de bên bêçekkirin û bilez ji Iraqê bên derxistin.” 

Hêjayî gotinê ye, berî niha jî Fermandariya Supaya Pasdarên Îranê gefa êrîşan bi hinceta hebûna partiyên Rojhilatê Kurdistanê, li Herêma Kurdistanê xwaribû û di çend rojên dawî de gelek caran êrîşî nav sînorên Herêma Kurdistanê kiribûn.