image

PeyamaKurdÇavkaniyên Tirkiyê yên ku ji rêxistina medyayî ya Londonê El-Quds el-Erebî re axivîn, derbarê hilbijartinên ku tê payîn di sala 2023an de bên kirin de agahiyên nû dan. Rojnameyê sernavê "Dibe ku AKP dîroka hilbijartinê bîne pêş" avêt.

Medyaya Erebî derbarê hilbijartinên wê sala bê li Tirkiyê bên kirin de îdiayeke balkêş kirin.

Çavkaniyên Tirkiyê yên ji rojnameyê re axivîn îdia kirin AKP û MHP xwe amade dikin ku dîroka hilbijartinê bidin pêş.

“AKP xwe ji bo paşxistina hilbijartinan amade dike”

Çavkaniya ku tê gotin nêzî AKPê ye diyar kir, hemû amadekarî hatine kirin û îhtîmala hilbijartinên pêşwext li ser maseyê ye.

Herwiha hat gotin Hevbendiya Gel di nava danûstandineke hevrêz de ye, di gotarê de jî hate diyarkirin ku tu dîrokeke zelal nîne.

Rojnameyê bi sernavê "Çavkaniyek ji Tirkiyeyê ji El-Quds El-Erebî re axivî û ji xwendevanên xwe re ragihand: Partiya desthilatdar xwe ji îhtimala paşxistina hilbijartinan re amade dike."

Di nûçeyê de hat gotin, “Di nava derdorên AKPê de axaftin tên kirin ku di meha Nîsanê de hilbijartin bên kirin. Gotûbêj tê kirin, hilbijartin beriya meha Remezanê di destpêka meha Adarê de were kirin, lê partiya Erdogan bi dilgermî vê bijardeyê qebûl nake.

Di nûçeyê de herwiha hat destnîşankirin, meha Nîsanê ji bo hilbijartinên pêşwext di rojeva AKPê de cih girtiye û hat îdiakirin ku destpêka meha Gulanê jî di nava bijardeyên ku AKPê xistiye rojeva xwe de ye.