PeyamaKurd – Hêzên Ewlehiya Hundirîn (Asayîş) û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li gundê Îd Sexîr li Tebqayê û li Reqayê, di encama operasyoneke berfireh de, dest danîn ser gelek çek û teqemeniyên DAIŞê û 6 endam wê jî desteser kirin.
Li gor HSDê dîmenên operasyonê belav kirin û eşkere kir, teqemenî, paşmayên DAIŞê bi dest xistine ku dixwestin bi kar bînin.
HSDê da zanîn, di operasyonê de wan 6 DAIŞî girtine, yek ji wan berpirsyarê peydakirina cih bû ji bo çekdarên DAIŞê ku 26ê Kanûna 2022an, êrîşî ser navenda Asayîşê li Reqayê kiribû. Yekî din jî, berpirsê amadekirina teqemeniyan bû.