image

PeyamaKurd - Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand ku wan fermandarekî DAIŞê li Hesekê û çekdarekî DAIŞê jî li rojhilatê Dêrazorê desteser kiriye.

Navenda Ragihandinê ya HSDê ragihand, hêzên wan û hêzên Hevpeymaniya Navdewletî doh 17ê Nîsanê li herêma Şihêl operasyonek li dijî şaneyeke DAIŞê ya teqemeniyan dirust dike kir û di endamê de teroristekî DAIŞê ligel amrazên dirustkirina teqemeniyan desteser kirin.

Navenda Ragihandinê ya HSDê diyar kir, hêzên wan roja 14ê vê mehê jî fermandarekî DAIŞê li Hesekê desteser kirin ku wî çek derbasî kampa Holê dikirin.

Hêzên HSDê û Asayişa li Rojavayê Kurdistanê 23yê Adarê operasyonek di nava kampa Holê ya Hesekê de pêk anîbûn û operasyon dawiya mehê bidawî bûbû û di encamê de 53 çekdarên DAIŞê hatibûn desteserkirin ku di nav de 5 berpirsên şaneyên ku bûyerên terorê û kuştinê li kampê pêk dianîn hebûn.