image

PeyamaKurd – Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) îro 1ê Tebaxê li bajarê Hesekê civîna xwe ya salane li dar xist. Hat ragihandin ku civîn bi beşdarîya nûnerên hêzên Hevpeymaniya Navdewletî, rûspiyên eşîrên Kurd û Ereban, Hêzên Erka Xweparastinê, Kongreya Star û nêzî 500 delege hatiye lidarxistin.

Piştî civîna ku ji medyayê re girtî berdewam kir de, li şûna Kino Gabriel berdevkê nû yê HSDê Aram Hena encamnameya civîna HSDê eşkere kir.

Di encamnameyê de behsa binpêkirinên artêşa Tirkiyê û komên çekdar li ser herêmên dagirkirî hat kirin û ji civaka navdewletî daxwaz hat kirin ku zextê li Tirkiyê bikin.

Herwiha ji Rûsyayê jî daxwaz hat kirin, ji bo parastina sînorên ligel Tirkiyê bi erka xwe rabe û ji bo dîyaloga ligel rejîma Sûriyê rola xwe bicih bîne.

Encamnameya civîna salane ya HSDê wiha ye:

"Meclisên leşkerî yên Hêzên Sûriya Demokratîk roja Yekmiyê 1'ê Tebaxa 2021'an civîna xwe  ya salane bi beşdarbûna fermandaran, şandeyek ji hemû meclis û hêzên leşkerî û saziyên wê, fermandariya Hêzên Koalîsyona Navneteweyî ya Têkoşîna li dijî DAIŞ'ê hate lidarxistin. Civîn bi armanca nîqaşkirina pêşketinên meydanî, leşkerî û siyasî li Sûriyê û herêmê, operasyonên têkoşîna li dijî DAIŞ'ê, rêbazên pêşxistina ewlehî û aramiya herêmê û geşkirina aboriya Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate lidarxistin.

Beşdaran rewşa li herêmên ji aliyê Tirkiyê ve hatine dagirkirin, helwestên dijminahî yên rejîmê yên li hemberî bakurê rojhilatê Sûriyê nîqaş kirin. Hate diyarkirin ku xeteriya rêxistina DAIŞ a terorîst li ser niştecihên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tevahî cîhana azad hîna heye, divê têkoşîna li dijî rêxistina terorîst were domandin da ka bi hemû rêbazên rewa û bi hevkariya Koalîsyona Navneteweyî ya DAIŞ'ê şaneyên wê ji bingeh de werin tunekirin.

Beşdaran her wiha diyar kirin ku pêwîst e aktorên ku rêxistina DAIŞ'ê xwedî dike werin rakirin da ku serkeftineke mayînde li hemberî vê rêxistina terorîst were pêkanîne. Ev yek jî bi rêya destekdayîna siyasî û aborî ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re, her wiha destekdayîna leşkerî , parastina rêveberiyê bi amûrên ku dikare ewlehî û aramiyê pêş bixîne û pêşerojeke baş ji şêniyên herêmê re misoger bike pêkan e.

Di civînê de bang li navneteweyî hate kirin ku berpirsyartiyên xwe yên exlaqî û qanûnî li hemberî girtîgehên ku 11 hezar endamên DAIŞ'ê tê de hene û derdora 64 hezar ferdên malbatên wan li kampên Hol û Roj bi cih bînin.

Her wiha bang li civaka navneteweyî û hêzên navneteweyî yên li ser erdê aktîv in hate kirin ku zextê li Tirkiyê bikin ji bo ku êrişên xwe li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rawestîne, sûcên şer yên artêşa Tirk û komên çekdar ên girêdayî dewleta Tirk pêk dînin bi dawî bikin û ji bo vegera ewleha ya niştecihên resen li mal û gundên xwe mekanîzmeyekê deynin.

Di heman demê de, beşdaran biryara rêveberiya Amerîkayê ya taybet bi xistina koma Ehrar El-Şerqiya lîsteya cezayan erênî nirxandin û bang dikin ku pêwîst e derbarê sûcên ku ji aliyê şirîkên vê komên ve têne kirine lêpirsînê vekin û kesên ku sûcên dermirovî li herêmên Sûriyê yên dagirkirî pêk tînin muhsabe bikin.

Em soz didin ku ji bo rizgarkirin û vegerandina herêmên dagirkirî û misogerkirina jiyaneke bi rûmet û azad ji niştecihên wan herêmê re bixebitin.

Her wiha di civînê de siyaset û kiryarên dijmiane yên rejîma Sûriyê yên li dijî niştecihên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin nîqaşkirni. Hate diyarkirni ku siyasetên wê ji bo avakirina çareseriyê nabe alîkar. Bang li rejîmê hate kirin ku pêwîst e ji bo dîtina çareseriyeke mayînde ji aloziya Sûriyê re tev bigere û li esasê naskirin û qebulkirina Rêveberiya Xweser bi rêveberiyê re diyalogan pêk bîne. Her wiha taybetmendiyên QSD'ê qebul bike û îtîrafê bi mafên rewa yên gelê Kurd, Suryan, Asur û pêkhateyên din re di çarçoveya Sûriyeke demokratîk a yekbûyî de bike.

Di civînê de girîngiya tevkarî û koordîneya bi hêzên çekdar ên Rûsyayê re hate destnîşankirin da ku rageşiya li ser sînorê bakur kêm bike. Beşdaran bang li hikumeta Rûsyayê kirin ku roleke xurttir ji bo vekirina deriyê diyalogan li pêşiya çareseriyên siyasî yên mayînde li Sûriyê bilîze. Her wiha careke din soz hate dayîn ku dê xebat ji bo ji nûve sazkirina sazûmaniya QSD'ê de were kirin da ku karînên wê yên parastinê werin xurtkirin.

Beşdaran teqez kirin ku divê li gorî rêziknameya QSD'ê ya li gorî hemû peymanên navneteweyî tevger were kirin, da ku xebatên sazûmanî bibe bingha sereke ya Hêzên Sûriya Demokratîk.

Di dawiyê de  em spasiya hemû kesên ku beşdarî civîna salane bûn, nûnerên Meclisa Sûriya Demokratîk, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, partiyên siyasî, saziyên demokratîk û fermandariya Koalîsyona Navneteweyî dikin, bi hêvî ne ku ewlehî û aramî ji bo gelê me û welatê me û tevahî cîhanê pêk were."