image

PeyamaKurd - Berdevkê Fermî yê HSDê Kîno Gabriyêl anî ziman ku aliyên dixwazin tevliheviyê derxînin û ziyanan bidin herêmê topek ji Bakurê Sûriyê avêtin bajaroka Ceylan Pinarê ya Tirkiyê. Kîno Gabrîêl  got der barê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Berdevkê Fermî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Kîno Gabriyêl têkildarî madeya teqînê ya ji aliyê Bakurê Sûriyê avêtina  bajaroka Ceylan Pinarê ya Tirkiyê daxuyaniyek bi navê HSDê da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Êvara roja Duşemê 22yê Tîrmehê topek ji aliyê kesên ne nas ve ji hundirê Sûriyê bi aliyê bajarokê Ceylan Pinarê yê Tirkiyê ve hate avêtin, di encamê de hejmarek sivîl birîndar bûn.

'DIXWAZIN FITNEYÊ DERXIN'

Ev kiryara bi armanca santajkirinê ji aliyê kesên ne nas ve hatin kirin ku dixwazin fiteniyê bi afirînin û ziyanê bighînin herêmê.

‘KESEK HAT DESTESERKIRIN’

Di saetên êvarî de li navçeya Serêkaniyê ya girêdayê kantona Hesekê ya Bakurê Sûriyê madeyek teqînê hat avêtina Ceylan Pinarê ya navçeya Rihayê. Tê idea kirin ku di teqînê de 5 sivîl birîndar bûne.

HSDê ragihand ku der barê vê yekê de lêpirsina berfireh hat destpêkirin, tê gotin ku kesek hatiye binçavkirin