image

PeyamaKurd – Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir, daxuyaniyên Wezareta Berevaniya Tirkiyê (MSB) ku hatiye îdiakirin, di nav 10 rojên dawî de zêdetirî 100 şervanên wan hatin kuştin, nerast in.

Di daxuyaniya Navenda Ragihandinê ya HSDê de hat diyarkirin, îdiayên dewleta Tirkiyê yên bo windahiyên wan derew in û ji bo nixumandina tawanên xwe yên dijî sivîlan van îdiayan derdixin pêş.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) daye xuyakirin, “Encamên hemû faaliyetên leşkerî yên ku li herêmê çêdibin, ji aliyê me ve bi awayekî eşkere ji raya giştî re tên parvekirin. Lê dewleta Tirk a dagirker ji bo ku bikare rastiya xwe ya qirker binixumîne, gelek caran windahiyên sivîl ku di encama êrîşên wan de çêdibin, wekî şervanên me didin nîşandan.”

Hat diyarkirin, “Artêşa Tirk di piranîya êrîşên xwe de bi taybetî û bi zanebûn nîştecihên herêmê dike hedef. Lê di nûçeyên xwe de wekî ku ev êrîş li hember hêzên me çêdibin, nîşan dide û hejmarên ji rastiye dûr radigihîne.”

Dawiya hatiye gotin, “Li gorî Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê tenê di 10 rojên dawî de ji 100î zêdetir şervanên me di encama êrîşên wan de hatine şehîdxistin. Ev îdia ne rast in. Artêşa Tirk di van êrîşan de bi piranî gelê me dike hedef û di encama van êrîşan de 5 jê zarok, 7 welatî şehîd ketin, 17 jê zarok 27 welatî jî birîndar bûn. Nûçeyên derew ên ku dewleta Tirk diweşîne, ji bo nixumandina vê yekê ye. Pêwîst e gelê me û raya giştî bi van nûçeyên derew bawer nekin.”