image

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) di çarçoveya operasyona ewlehî û mirovî ya dijî DAIŞê de, depoya herî mezin a çekên terorîstên DAIŞê desteser kiriye ku ev cebilxaneya duyem a mezin e ku hatiye desteser kirin.

HSDê ragihand ku operasyoneke ewlehiyê ligel hêzên hûndirîn û hêzên taybet li ser şaneyên DAIŞê yên gundê Qirwan ê navçeya Til Hemisê hatiye kirin.

Navenda Ragihandina HSDê eşkere kir: “Şaneyên terorîst mezreyek ji bo komkirin û depokirina wan çekan bi kar dianî. Hêzên me dest bi lêpirsînan kir da ku xetên piştgiriyê û rêya gihandina wê herêmê û endamên ku vî karî hêsan dikin, bizanin. Ev cihê veşartî ji mezintirîn depoyên çekan in ku hêzên me piştî şerê Baxozê dîtiye her wiha piştî şerê Girtîgeha Sînaayê derbeyeke mezin a ji rêxistina terorîst re ye.”

Di dewama daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Li gorî lêpirsînan û agahiyên îstixbaratî, rêxistina terorîst hewl dida wan çek û cebilxaneyan di êrişeke muhtemel a li ser kamp û bajarokê Holê yê Hesekê de bi kar bîne. Ev yek di çarçoveya planeke mezin a hemwextî êrişa li ser girtîgeha Sînaayê de hatibû amadekirin, pêk tê. Piştî ku êriş hate têkbirin, rêxistina terorîst berê xwe da planek din û car din hewl da êrişî kampa Holê bike.Ji ber tedbîrên ewlehiyê yên hêzên me û operasyonên destwerdana lezgîn, her wiha desteserkirina gelek endamên şaneyên terorîst, plana xeternak a terorîstan bi ser neket.”