
PeyamaKurd - Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) îro 22yê Îlonê bi daxuyaniyekê ragihand ku 3 leşkerên Tirkiyê û 7 çedar ji aliyê hêzên wan ve hatine kuştin.
HSDê daye xuyakirin, di 4, 7 û 10ê Îlonê de hêzên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê rêzçalakî li dar xistine û di encama rêzçalakiyan de 3 leşkerên artêşa Tirkiyê û 7 çekdarên komên girêdayî artêşa Tirkiyê li gundewarên Til Temirê hatine kuştin.
Li gorî daxuyaniya HSDê leşkerek û 3 çekdarên din jî birîndar bûne.