image

PeyamaKurd- Ji aliyê Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ve hat ragihandin ku îro hêzên HSDê li ser sînorê Mêrdînê êrîşî artêşa Tirk kiriye. Li gorî agahiyên hatin dayîn, di encama êrîşê de gelek mirî û birîndar çêbûne.

Di agahiyên hatin parvekirin de hat ragihandin ku ‘HSDê tola şehîdên xwe hildaye û ev êrîş jî di çarçoveya mafê rewa yê bersivdayînê de hatiye kirin.’

Di dewama agahiyan de van hûrgiliyan hatin parvekirin:

“Hêzên HSDê di 8ê Tebaxê de li dijî artêşa Tirkiyê li ser sînorê bajarê Mêrdînê yê Bakurê Kurdistanê 3 êrîş pêk hanîne û di encama wan êrîşan de 23 leşkerên Tirkiyê hatine kuştin û herî kêm 2 leşker jî birîndar bûne.

Di çalakiya yekemîn de 7 leşker, di çalakiya duyem de 10 leşker û di çalakiya sêyem de jî 6 leşkerên artêşa Tirk hatine kuştin û maşînên wan ên zirxî jî hatine jinavbirin.”