image

PeyamaKurd - Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê ya Kurdistanê ragihand ku wê hikûmet beşek ji ziyana ji ber hişkesaliya gihîştiye cotkaran qerebû bike.

Berdevkê wezareta çandinî û çavkaniyên avê Husên Heme Kerîm daye xuyakirin ku wan raportek li ser hişkesaliyê û ziyanên ku ji ber wê gihîştiye cotkaran daye serokatiya encumena wezîran û ji bo kêmkirina ziyanên wan daxwaza 18 milyar dînar kiriye da ku bikarin beşek ji wan ziyanan qerebû bikin.

Husên Heme Kerîm got, ew bûdce dê bi ser cotkaran de were belavkirin ji bo dabînkirina peyîn, tov û pêdiviyên din.

Berdevkê wezareta çandinî û çavkaniyê avê da zanîn, ji ber hişkesaliyê îsal tê texmînkirin ku rêjeya dexl û dan li gorî par nîvî bibe ku  par milyonek ton genim hatibû berhevkirin lê îsal bi ev rêje dê nîvî bibe.