image

 

PeyamaKurd - Hêzeke Heşda Şeibî, ku ji Erebên Iraqê pêk tê û li Kerkûkê hatine bicihkin, li nav bajarokê Dûbiz de bicih dibe.

Li gorî zanyariyan, hêzeke Heşda Şeibî bi navê Heşda Îmameyn, dê li nav bajarokê Dûbiz yê Kerkûkê were bicihkirin.

Li gorî agahiyan, ew hêza han ji erebên başûrê Iraqê yên ku di dema rêjîma Sedam de li Kerkûkê hatine bicîhkirin, pêk tê.

Piştî ku ew hêza han li Dûbiz bicih bibe, dê tabûra 22 ya Heşda Şeibî ji nav bajêr derkeve û vegere cihê xwe yê berê.

Li ser vê mijarê, berpirsê liqa PDKê li Kerkûkê, Merîwan Celal diyar kir, Heşda Îmameyn girêdayî Heşda Eşayirî ya Heşda Şeibî ye. Çekdarên wan ji eşîrên Xeldûn û Meysem pêk hatine ku Erebên şovenîst in.

Herwiha Celal Merîwan got, ew Erebên han li hember Kurdan gelekî xerab in û gelek zilm li Kurdên Dûbiz kirine. Heta zilm li dostên Kurdan Ereban jî kirine.

Bi gotina wî berpirsê Kurd, ferqa wan ji terorîstên DAIŞê tüneye, ji ber ku herdu jî dijminên Kurdan in.