image

PeyamaKurd - Parlamenterê berê yê HDPê yê bajarê Agirî yê Bakurê Kurdistanê Halîl Aksoyê 77 salî ji ber cezayê girtîgehê yê li ser hatibû sepandin, hate girtin.

Hate ragihandin ku Halîl Akso ji bo cezayê li ser hatiye sepandin bikşîne ji bo Girtîgeha Metrîsê hatiye veguhestin.

Hevserokê HEDEPê Tuncer Bakirhan li ser platforma Xê ragihand, “Parlamenterê me yê berê yê Agiriyê Halîl Aksoy ji ber cezayê ku lê hatiye birîn doh serê sibehê hate girtin û ew şandin Girtîgeha Metrîsê.”

Bakirhan got: “Yên ku ji bo çete û kujeran hiqûqê ditewînin û wan diparêzin, bi hiqûqa dijminatiyê nêzikî siyasetmedar û muxalîfan dibin. Em soz didin ku em dê vê bê edaletiyê û pergala kurmî biguherînin.”

Hêjayî gotinê ye, Halîl Akso 77 salî ye û tenduristiya wî nebaş e ku Bakirhan daxwaz kir, divê demildest bê berdan û cezayê wî bê paşxistin.