image

PeyamaKurd Li gorî daneyên Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê, li Herêma Kurdistanê salane 600 hezar ajal tên serjêkirin, lê ji ber ku atolyeya hilberîna çerm nîne, nikarin di bazara navxweyî de bên bikaranîn.

Yakub Mecîd çermê heywanan li Hewlêrê amade dike û dişîne derve. Mecîd ji K24ê re wiha gotiye: “Çermên ku em hinardeyî derve dikin, di madeyên cuda de têne çêkirin û li me vedigerin. Ger ku me bi xwe li vir bi rê ve bibe, em ê zêdetir sûd werbigirin.”

Mecîd diyar kiriye, ew mehane 50 ton çerm hinardeyî Tirkiyeyê dike û got ku rêjeya çermên ku ji aliyê hevkarên wî yên din ve tên hinardekirin gihiştiye 100 ton.

Bihayê her tonek çerm nêzîkî hezar dolar e.

Bazirganê çerm Cemîl Îsmaîl gotiye, “Li Hewlêrê mehane zêdetirî 5 hezar ton çerm ji Tirkiyê re tê şandin. Kamyonên ku ji Tirkiyeyê bar tînin jî ji vir çerm digirin. Hin bazirganên Kurdistanê li Tirkiyeyê kargehek vekirine û tiştên xwe li wir difiroşin."

Rêvebirê Giştî yê Pêşxistina Pîşesazî ya Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê Kovan Celal eşkere kiriye, eger kesek bixwaze kargehekê di warê hinartina çerm de veke, em amade ne ku her asaniyek pêwîst pêşkêş bikin.

Li Herêma Kurdistanê lîsansa 4 hezar û 379 atolyeyan heye. Di çar mehên destpêkê yên îsal de 74 atolyeyên nû ruxset wergirtine, lê di nav wan de atolyeyeke çêkirina çerm tune.