image

PeyamaKurd - Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe ya îro Yekşemê de ragihand, di 24 demjimêrên borî de 24 kesên din ji vîrusa koronayê can dane û 444 kes jî pê ketine.

Wezareta Tendirustiyê da xuyakirin, di 24 demjimêrên borî de, 444 kes bi vîrûsa koronayê ketine ku 133 kes li Hewlêrê, 89 kes li Silêmaniyê, 33 kes li Germiyanê û 168 kes li Duhokê, 21 kes li Helebceyê ne.

Herwiha 24 kesan jî can daye ku 4 kes li Hewlêrê, 6 kes li Silêmaniyê, 11 kes li Duhokê û 3 kes li Helebceyê ne.

Bi van amaran re hejmara giştî ya pêketiyên koronayê li seranserê Herêma Kurdistanê gihîşt 41 hezar û 2 kesan ku li Hewlêrê 15513, li Silêmanî 14682, li Duhok 9425 û li Helebceyê jî 1382 kes  in.

Hejmara mirinan jî gihîşt1519 kesan ku li Hewlêr 527, li Silêmanî 785, li Duhokê 178 û li Helebceyê jî 29 kes in.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku heta niha li Herêma Kurdistanê 26 hezar 464 kes jî baş bûne.