PeyamaKurd – Gundên Kobanî, Efrîn, Reqa, Til Rifet û Til Temirê ji aliyê artêşa Tirkiyê ve tên topbarankirin û di encama topbaranê de 2 kes birîndar bûn.
Li gor Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) diyar kir, artêşa Tirkiyê şeva borî hejmarek gundên di navbera Efrîn û Til Rifet û çend gundên navçeya Şêrawa ya Efrînê topbaran kirin.
Rewangehê herwiha eşkere kir, di topbarana ser gundê Soxanekê ya li navçeya Şêrewa de, 2 kes birîndar bûn.
Artêşa Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê, gundên Şêx Fatimî û Hemîdiyê yên gundewarên rojhilatê Ebû Rasên li bakurê Hesekê, gundê Til El-Laban li başûrê rojavayê Hesekê, bajarokê Til Temir û gundê El-Şor li gundewarê Ebû Rasîn li bakurê rojavayê Hesekê topbaran kirin, bê ku agahî derbarê ziyanan de bide.
Herwiha li Kobanî jî, hêzên Tirkiyê bi topên giran gundên Qeremûx, Cîcan, Zormxar û Carqelî li rojava û gundê Goran li rojhilatê Kobanî topbaran kirin.
Herî dawî hat ragihandin, li parêzgeha Reqayê jî, artêşa Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê, gundên Zênobiya û Ebû Sûra yên rojavayê Eyn Îsa topbaran kirin, bê ku agahî derbarê ziyanan de hebin.