image

PeyamaKurd – Wezîrê Darayî yê Herêma Kurdistanê Avat Şêx Cenab diyar kir, xebatên ji bo guhertina qanûna budçeya Iraqê berdewam in.

Di daxuyaniya Wezareta Darayî û Aborî ya Herêma Kurdistanê de, Wezîrê Darayî û Aborî yê Herêma Kurdistanê ragihand ku pêşwazî li Balyozê Giştî yê Îranê li Hewlêrê Nesrullah Reşnûdî kir.

Derbarê wê daxuyaniyê de Cenab behsa pêngav û danûstandinên dawî yên navbera Hewlêr û Bexdayê yên derbarê budçe û mûçeyan de kir.

Wezîr Cenab diyar kir, “Gotûbêjên di navbera Hewlêr û Bexdayê de ji bo sererastkirina yasaya budceya Iraqê berdewam in. Hêvîdar im sala bê bikarin xwe ji hemû pirsgirêk û nakokiyan dûr bixin û bi yek pîvanê serederî bi mûçeyê karmendên Herêmê re, wek mûçeyên parêzgehên din ên Iraqê bê kirin.”