image

PeyamaKurd -  Wezareta Derve ya Iraqê ragihand ku îro 19ê Îlonê roja Yekşemê Wezîrê Derve yê Iraqê Dr. Fuad Hûsên ji bo beşdarî Civîna 76emîn a Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) bibe gihîşt New Yorkê.

Berdevkê Wezîrê Derve yê Iraqê Ehmed Sehaf eşkere kir, Wezîrê Derve Dr. Fuad Hûsên bi nûnertiya Iraqê beşdarî civîna 76an a Neteweyên Yekbûyî dibe û biryare bi jimareyek wezîrên derve yên welatên cihanê re bicive.

Ehmed Sehaf da xayukarin, Fuad Hûsên wê di civînê de hewl bide zortirîn piştevaniya welatên cîhanê bidest bîne ji bo piştevanîkirina Iraqê di beşdarîkirina jinûveavakirina Iraqê de.