image

PeyamaKurd – Berpirsê Karûbarên Yekîtiya Ewropayê yê Fransayê Clement Boone ragihand ku wê Fransa li ser asta Ewropayê cezayan li ser Tirkiyê bisepîne.

Clement Boone di civîna encûmena senatorên Fransî de axivî û got: “Em piştevaniya tedbîrên Ewropayê yên li dijî Tirkiyê dikin, ceza wê weke bersiveke xurt be ji bo Tirkiyê.”

Clement Boone herwiha diyar kiriye ku piçûkxistina serokonarê Fransayê Emmanuel Macron ji aliyê Erdogan ve nayê qebûlkirin.

Hêjayî gotinê ye, piştî ku Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan banga boykotkirina kelûpelên Fransayê kir, ji Fransayê jî hewldana ku di asta Ewropayê de Tirkiye were cezakirin dest pê kir.