
PeyamaKurd – Parêzgeriya bajarê Rihayê ragihand ku li navça Bîlecûkê, li ser sînorê Sûriyê li qereqola Çîçekalanê êrîşekî terorî hatiye kirin û di encamê de leşkerekî miriye û 4 leşker birîndar bûne.
Li gor daxwuyaniya parêzgehê; leşkerên birîndar bûne wan bi ambûlans û helîkopteran birine nexweşxanê. Parêzgerê Rihayê Salih Ayhan seredana nexweşxana lêkolîn û perwerdê ya Mehmet Akif İnan kiriye û di derbarê birîndaran de agahiyan sitendiye.
Parêzger Ayhan di seredana nexweşxanê de ji bo leşkerên birîndar şîfayê xwest. Lê di çapemeniyê de nehat ragihandin bê êrîş ji aliyê kî de hatiye kirin û navê leşkerî can daye nehat zanîn.