image

PeyamaKurd – Li bajarê Mêrdînê li navçeya Nisêbînê li ser rêya sereke, 2 mamosteyên jin xwestin derbasî terefê din yê rê bibin û erebeyekî bazirganî li wan xist. Li ser agahdarkirina tîmên tenduristiyê her mamosteyên birîndar birin nexweşxana dewletê ya Nisêbînê û her 2 mamoste li nexweşxanê can dan. Jimara erebê û ajotvanê wê nehat hînkirin.

Her 2 mamosteyên ku xwestin derbasî terefê din yê rê bibin û can dan navên wan Suzan Basın (28) û Büşra Yıldız (27) in. Her dû mamoste li dibistana seretayî ya Oğuzhan ê ya Nisêbînê dixebitîn.