image

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li gorî agahiyên destpêkê di encama erdheja îşev ya li bajarê Xoyê yê Rojhilatê Kurdistanê rû daye de, gelek avahî hilweşiyan.

Li gorî ragihandina Saziya Hawarçûnê û Rewşên Lezgîn a Tirkiye (AFAD) îro Şemiyê 28ê Çileyê, li demjimêr 21:14 li bajarê Xoyê yê Rojhilatê Kurdistanê ku hevsînorê navçeya Elbak a Wanê ye, erdhejeke bi tundiya 5,8 pileya rixterê rû da.

Çavdêrxaneya Kandillî ya Tirkiyeyê jî ragihandiye ku pileya erdhejê 6.1 bûye û navenda wê jî bajarê Xoyê yê parêzgeha Urmiye ya Rojhilatê Kurdistanê ye.

FarsNewsê jî ragihandiye ku pileya erdhejê 5.9 bûye û li gorî agahiyên destpêkî li bajarê Xoyê gelek avahî hilweşiyane.

 Hat diyarkirin ku kûrahiya erdhejê 6,49 kîlometre bûye û li bajarên Bakurê Kurdistanê yên Wan, Îdir, Agirî û Colemêrgê jî hest bi erdhejê hatiye kirin. Derbarê hebûna ziyanên canî de hîn agahiyên zelal nehatine belavkirin.