image

PeyamaKurd- Endamê Polîtburoya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Hemîdî Hacî Xalî ku nêrîna xwe li ser peyama Serok Barzanî got, "Peyama Kek Mesûd Barzanî peyameke dîrokî û girîng e.”

Hemîdî Hacî Xalî di daxuyaniya xwe de got, “Tevî ku di navbera Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û YN’ê de nakokiyên cidî hebûn, lê ji bo herdu partiyan tifaqek pir girîng e. Ev tifaq ji bo berjewendiyên bilind ên gelê me gelekî pêwîst e. Ji ber ku dema pêwendiyên PDK û YNKê xirab bin, di aramiya Herêma Kurdistanê de pirsgirêk derdikevin. Yên ku li dijî me ne, herî zêde ji vê sûdê werdigirin.”

Hacî Xalî di berdewamiya daxuyaniya xwe de amaje bi wê yekê jî kir ku pêwîst e aliyên Herêma Kurdistanê û aliyên siyasî di nav yekrêzî, rêzgirtin û toleransê de bin û got,

“PDK û YNK du partiyên sereke yên Herêma Kurdistanê ne û pêwîst e li ser wê yekê bin.

PDK û YNK neçar in ji aliyê berjewendiyên giştî yên gel ve pirsgirêkên xwe û berjewendiyên xwe bidin aliyekê û li wê gorê tevbigerin.”