image

PeyamaKurd – Endamê Komîteya Navendî ya PDKê Bilind Îsmaîl li ser giringiya destpêşxeriya PDKê ya ji bo civîna li gel YNKê axivî û got, dem pir guncav bûye û ji bo seqamgiriya Herêma Kurdistanê ye. “Ji ber PDK, hest bi berpirsyartiyê dike û divê partiyên din jî wisa bin.”

Endamê Komîteya Navendî yê PDKê Bilind Îsmaîl daye zanîn: “Destpêşxeriya PDKê wekî naverok, dema wê gelek guncav bû. Pêwîst e partiyên siyasî YNK û PDK jî nav de, hemhelwêt bin li hember wan pirsgirêkên li Bexda û rastî Herêma Kurdistanê tên.”

Herwiha eşkere kir: “Hilbijartin divê îsal bê kirin. Ji bo wê jî pêwîstî bi rêkeftin û rûniştina navbera her du aliyan heye, yasaya hilbijartinê jî eger pêwîst be wê bê nûjenkirin û komîsyon jî wê bê çalakkirin. Ew jî pêwîstiya wê bi hemahengî û yekdengiya navbera hemû partiyan heye. Ji bo wê jî bi vê dîtinê ve PDKê giring dibîne ku rûniştin pêk bê, çi pirsgirêkek di navbera me û yên din de heye dikare bê axaftin. Ti tiştek tine ku em nikaribin rêkbikevin. Ji ber em partiyekî ku hest bi berpirsyariyê dikin û divê partiyên din jî wisa bin. Ev pêkhateye jî berhemê xwîna xelkê tekoşer û şehîdan e, divê em biparêzin û tişta sereke jî ev e.”

Bilind Îsmaîl destnîşan kir, di civîna roja 28.01.2023yê ya di navbera YNK û PDKê de biryara pêkanîna du lijneyan hatiye dayîn. Ya yekem ji bo hilbijartinê ye, ya duyem jî ji bo çareserkirina pirsgirêkên siyasî yên di navbera her du aliyan de ye û di demeke kurt de ew lijne dest bi karên xwe dikin. Herwiha vê hevdîtinê hewayeke baş derxistiye û divê rêkbikevin û ti rêyên me yên din jî tine.”