image

PeyamaKurd Rêber Ehmed ragihand ku li ser xurtkirina ewlehiya sînor bi Şêwirmendê Asayîşa Niştimanî ya Iraqê re hevdîtin pêk aniye.

Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Iraqê û Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê derbarê ewlehiya sînorên Iraq û Îranê de civiyan.

Wezîrê Karên Hundir Rêber Ehmed di parvekirina xwe ya li ser medyaya civakî de têkildarî rewşa hevdîtinê de ev agahî dan:

"Me civîneke berhemdar li gel Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Iraqê Qasim El-Eracî û şanda pê re pêk anî. Civîn derbarê pêdaçûn û baştirkirina standardên ku wê ewlehiya sînorên di navbera Iraq û Îranê de bihêztir bike) bû. Ev yek ji bo parastina welatiyên me û rêgirtina li çalakiyên neqanûnî û pêkanîna qanûnê ye."