image

PeyamaKurd – Desthilatên Tirkiyê, 17ê Cotmehê 2021, 3 mamosteyên jin ji şêniyên gundê Birîmce û Eşûnê yên navçeya Mabetayê, bi tohmeta ku berê bi Rêveberiya Xweser re kar dikirin, desteser kirin.

Li gor Afrinpostê diyar kiriye, milîsên ”polîsên sivîl”  li navenda navçeya Mabetayê bi rêya mixtarên wan gundan, li gundê Birîmce welatiyên jin Mizgîn Mihemed(28) salî û Sozan Fadil(33) salî û li gundê Mist Eşûra jî welatî Eliya Mistefa(27) salî, anîn navenda xwe li bajarokê Mabetayê, da ku rewşa wan çareser bikin, lê belê ew desteser kirin û heta niha çarenûsa wan ne diyar e.