image

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku du welatiyên kurd yên Rojhilatê Kurdistanê yên bi birîndarî ji aliyê pasdarên Îranê ve hatibûn girtin, di bin îşkencê de can dane.

Pasdarên Îranê roja 1ê Îlonê li nêzîkî gundê Qarna yê bajarê Nexede yê Rojhilatê Kurdistanê, otomobîlek dabûn ber guleyan ku du kes tê de bûn, her du jî birîndar bûbûn.

Rêxistina Hengawê ya mafê mirovan diyar kiriye ku navê yek ji wan kesan Eshed Ramîn û navê yê din jî Dawûd Rehîmî bûye ku birayên hev bûn. Ew her du kes bi birîndarî hatine girtin û rastî îşkenceya tund hatibûn.

Hengaw ragihand ku pasdarên Îranê doh 19ê Îlonê ji malbatên wan kesan re gotine ku Eshed û Dawûd endamên PDKÎ bûne û di girtîgehê can dane.

Herwiha çend roj berê kurê Eshed Ramîn, Ramîn Ramîn û biraziyê wî Serdar Ramîn jî hatine girtin û ew şandine girtîgeha Nexedê.