image

PeyamaKurd – Li bajarê Meletiyê li navça Battalxaziyê li taxa Kernekê di navbera du grûban de siet di 20.00 an de pevçûn derket. Pevçûn bû şerê kêran û her dû grûb lihev xistin. Kesên bi navên M.K., Y.E.Y. û M.K. birîndar bûn. Birîndaran bi teksiyan birin nexweşxana dewletê ya Battalxaziyê. Di nav birîndaran de rewşa M.K. xweş nîne.

Terefê din yê ku ketin nav pevçûnê reviyane lê tîmên asayîşê ji bo girtina wan dixebitin. Sedema pevçûnê tenê tiştên pûçin û ti sedemeka berbiçav tineye.