image

PeyamaKurd – Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser Ciwan Mistefa ji ber belavbûna pêla çaremîn ya Koronayê li Rojavayê Kurdistanê, hişyarî da welatiyan û bang kir ku tedbîrên xweparastinê bigirin.

Dr. Ciwan Mistefa ji medyaya Rojavayê Kurdistanê re da zanîn, pêla çaremîn a vîrusa Korona vê dawiyê li welatên cîran belav bûye û dibe ku li herêmên Rojavayê Kurdistanê jî belav bibe.

Herwiha Mistafa destnîşan kir, pêla çaremîn a vîrusa Korona ji yên berê xetertir e, herwiha bang li gel kir ku tedbîrên xweparastinê yên pêwîst bigirin.

Di rojên derbasbûyî de, li herêmên Rojavayê Kurdistanê hejmara pêketiyên Koronayê zêde bû, di 26ê Tîrmehê de hejimara pêketiyan gihiştibû 29 kesan.