
PeyamaKurd - Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî, li ser birîndarên li ser birîndarên şewata ahenga dawetê ya Hemdaniyê ya Mûsilê daxuyanî da.
Dr. Berzincî ragihand, li ser rasperdeya Serokwezîr Mesrûr Barzanî hemû alîkariyên bijîşkî ji bo qurbaniyên bûyera şewata Hemdaniyê hatine dabînkirin û got, 2 ji birîndaran jî li Herêma Kurdistanê can dane.
Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê di civîneke rojnamevanî de da xuyakirin ku demildest zêdetirî 36 ambûlans û zêdetirî çar ton kelûpelên bijîşkî yên hawarhatinê ji Hewlêr û Duhokê gihîştine qezaya Hemdaniyê û birîndarên ku birînên wan giran in jî, ji bo dermankirinê bo nexweşxaneyên Hewlêr û Duhokê hatine veguhestin.
Wezîrê Tendirustiyê got ku ji sedî 60ê birîndaran ji ber şewatê, rewşa wan cîgir e û hejmareke mezin jî pêwîstiya wan bi çavdêriya hûr heye.
Dr. Berzincî da zanîn: “Mixabin li Hewlêrê zarokekî 4 salî û li Duhokê jî jineke 30 salî canê xwe ji dest dan. Heta niha 47 birîndar li Hewlêrê tên dermankirin, 20 birîndar jî li Duhokê tên dermankirin û birîndarên ku giran in bi berdewamî jî bo nexweşxaneyên Herêma Kurdistanê tên şandin.”
Hêjayî bibîrxistinê ye, şeva borî li qezaya Hemdaniyê ya li parêzgeha Nînowayê di ahenga dawetê de şewat derket û bi sedan kesan can da û birîndar bûn. Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî amadebûna xwe ji bo her alîkariyê bo qurbaniyan ragihand.