image

PeyamaKurd – Serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump, piştî daxistina hesab û pêgeha wî ya tora civakî ya facebookê, toreke civakî ya nû damezrand.

Donald Trump, meha yek a 2017ê heta meha yek a 2021ê di daxuyaniyekê de diyar kir: ‘‘Ji ber tekoşîna mezin a li hember xwe sepandina teknolojîk, torekî civakî bi navê ‘’Truth Social’’ damezrandine.’’

Ew tora civakî ya Donald Trump, beşeke ji projeya koma Trump a ji bo ragihandin û teknolojiyê ye û biryar e di meha pêş de bi awayekî ezmûnî, bikeve kar û di sê mehên yekem ên sala pêş de jî wê hemû kes bikare hesaba xwe di wê tora civakî de veke.

Torên civakî yên Facebook, Youtube û Twitter, piştî êrîşên alîgirên Trump li ser avahiya kongreya Amerîkayê de girtin, hemû pêgeh û hesabên Trump daxist û bi wê yekê jî tohmetbar kirin ku xelkê ji bo binpêkirinan pêk bîne gur dike û rewşa ewlehiya Amerîkayê têk dide.