image

PeyamaKurd - Berpirsê fermangeha pêwendiyên derve ya hikûmeta herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî li ser hewldanên vekirina nûnertiya hikûmeta Kurdistanê li Tirkiyê û welatên erebî daxuyanî dan.

Sefîn Dizeyî got: “Di serdana serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û serokê hikûmeta herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ya ji bo Tirkiyê de, herdu caran jî pirsa vekirina nûnertiya hikûmeta herêma Kurdistanê li Enqere hate guftûgo kirin.”

Dizeyî da zanîn: “Di hevdîtina dawiyê ya derbarê vê pirsê de, di navbera berpirsên herêma Kurdistanê û Tirkiyê de di meha Îlon a 2020ê de bû, ku berpirsên Tirkiyê ti pirsgirêkek ji bo vekirina nûnertiyê gotin tine, berevajî wê gelek pêşwazî lê kirin û tişta ku maye hin rêkarin û em niha em mijûlê darijandina awayê fermangehê ve mijûl in.”

Sefîn Dizeyî diyar kir, derveyî Tirkiyê, hikûmeta herêma Kurdistanê dixwaze li welatên erebî jî nûnertiyê veke û got: “Niha şeş konsolên giştî yên welatên erebî li Hewlêrê hene. Lê hikûmeta herêma Kurdistanê li ti welatekî erebî nûnertî tine. Ji ber wê jî em hewl didin di pêşerojê de li Tirkiyê û çend welateke erebî û asyayî jî nûnertiyê vekin.”

Sefîn Dizeyî bi bîr xist, niha hikûmet mijûlî darijandina awayê fermangeha pêwendiyên derve ye û got, “Girînge ji aliyê siyasî û aborî ve nûnertiya me li Tirkiyê hebe.”