
PeyamaKurd – Hewldana Şopandina Perwerdehiyê û Reforman a Diyarbekirê (DİERG) bang li hemû partiyên siyasî yên Parlamentoya Tirkiyê kir ku beriya hilbijartinên 2023yan ‘destpêkirina mafê perwerdehiya neçarî bo Kurdî’ bixin nav bernameya xwe ya bangeşeya hilbijartinê.
Di daxuyaniya nivîskî ya DIERGê de hatiye gotin, “Perwerdeya bi zimanê me yê zikmakî Kurdî ku bi îradeya Parlamentoya Tirkiyê hatiye astengkirin, dîsa bi îradeya hevpar dikare dikare li herêma me cihê xwe bistîne.”
DIERGê diyar kir, “Civaka Kurd dest ji zimanên xwe bernedaye û wê bernede” û ev bangewazî li 13 partiyên siyasî yên parlamentoyê kir:
“1- Em pêşniyar dikin ku hemû partiyên siyasî yên li parlamentoyê beriya hilbijartinên 2023yan bi du mehan, mafê perwerdehiya bi kurdî bixin nav bernameyên xwe û ji me re ragihînin.
2- Herwiha partiyên ku di vê serdemê de ne di parlamentoyê de ne û dixwazin di serdema bê de cî bigirin jî vê pêşniyara be berî 2 mehan ji hilbijartinan ji me re ragihînin.”
Herwiha DIERGê daye xuyakirin ku ew dixwazin welatiyên Kurd jî ji nêzîk ve pêşniyara wan a li partiyên siyasî bişopînin.