image

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di encama êrîşeke balafirên şer yên Tirkiyê bi ser komek kolberên Rojhilatê Kurdistanê de li sînorê Ûrmiye û Wanê 2 kolber hatin kuştin.

Li gorî zanyariyan, balafiran koma kolberan li gundê Kuranî yê dikeve ser herêma Soma ya Biradost a li parêzgeha Ûrmiye ya Rojhilatê Kurdistanê bombebaran kirine û di encama bombebaranê de 2 kolberan can daye, 2 jî birîndar bûne.

Herwiha çavkaniyên herêmê diyar kirine ku 8 kolberên din jî ji aliyê leşkerên artêşa Tirkiyê hatine binçavkirin.