image

PeyamaKurd – Serokê Şaredariya Nashville Freddie O'Connell derbarê Îmzekirina rêkeftina destxwişkiya ligel Hewlêrê de got ku ev rêkeftin dibe sedema fermîbûna pêwendiyên navbera Hewlêr û Nashvilleyê.

Freddie O'Connell diyar kir, di demên borî de pêwendiyên Hewlêr û Nashville nefermî bûn, lê belê îmzekirina rêkeftina destxwişkiyê, dibe sedema fermîbûna pêwendiyan û zêdebûna geştkirin û danûstandina ezmûnê di navbera Hewlêr û Nashville de.

O'Connell ji K24ê re daye xuyakirin, girîngiyeke mezin a dîasporaya Kurd ji bo bajarê Nashville heye û dikarin gelek tiştan ji bo bajêr bikin û wiha axivî: “Di çend mehên borî de, li encûmena bajêr, me pêşwazî li Parêzgarê Hewlêrê û şanda pê re kir, ew jî wek destpêka avakirina pêwendiyên me yên fermî bû, di çend rojên borî de me karên xwe temam kir.”

O'Connell ragihand: “Serdana Parêzgarê Hewlêrê bo vê derê, nîşaneya hebûna revenda girîng a Kurdî li Nashvilleê, bo demeke dûr û dirêj, pêwendiyên Hewlêr û Nashville bihêz û nefermî bûn, lê belê ev pêngav hêz û fermîbûn dide pêwendiyên van du bajaran.”