image

PeyamaKurd – Serokê berê yê HDP ê Selahattin Demirtaş got ku asîmîlayon neqediyaye û pirsgirêka Kurd çareser nebûye û got:

“Eger zarokên Kurda bi zimanê bav ûk alan binvîsin û bixwînin zerara wan digihîje kî?”

Demirtaş ji sala 2016 an ve li zîndana Edirneyê girtiye û di ser hesabê xwe yê Twitterê de hinek parvekirinan kir. Demirtaş ragihand ku jimara zarokên Kurdan yên ku romanên zarokan dixwînin kêmin û got ku asîmîlasyon neqediyaye.

Demirtaş ji bo serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan got ku dibêje “çareserkirina pirsgirêka Kurd e, nizanim çi…Li Tirkiyê pirsgirêkeka weha tineye. Me vê mijarê çareser kiriye, qedandiye.” Van gotinan ne rastin û mesela Kurd çareser nebûye. Parvekirinên Demirtaş wehanin:

1-Merheba. Weşanxaneya Aram pirtûkên weka Pollyanna, Robin Hood û Pinokyo yên klasîkên zarokan wergerandiye Kurdî û belav kiriye. Ji min re jî şandin. Bila sax bin.

2-Eger hun nikaribin pirtûkan bikirin ji min re bêjin. Ez dikarim ji we re setekî ji 10 pirtûkan, ferhenga Kurdî û rêzmana Kurdî bişînim.

3-Binêrin, van pirtûkên ku min pêşniyar kir jimara zarokên Kurda yên ku bixwînin û fêm bikin ew çend kêmin. Yên dibêjin asîmîlasyon qediyaye, pirsgirêka Kurd çareser bûye derewan dikin. Bifikirin ku zimanê we bi zarokên we dane jibîrkirin.

4-Mixabin îro bi mîlyonan zarokên Kurd nikarin bi zimane xwe bixwînin û binivsînin. Belê divê em bi hevre bijîn. Belê divê em weka hev bin, Belê Tirkiye û Komar yên me tevaye. Madem wisaye zarokên Kurda bi zimanê xwe binivîsin û bixwînin wê zerarê bidin kî?

5-Hem ji bo mirov bi Kurdî binîvsîne û bixwîne ne pêwsite mirov Kurd be. Herwekî çawa mirov bi Îngîlîzî dizane lê ne Îngîlîze. Ji ber wê, vê seta pirtûkên Kurdî kîjan birayê Tirk bixwaze, dixwazim jê re diyarî bidim.