
PeyamaKurd – Hevserokê Giştî yê HDPê yê berê Selahattîn Demîrtaş got, "Ger îro em biryar bidin piştgiriyê bidin Erdogan, ez ê serê sibê bêm berdan û ew ê bi helîkoptera Serokomariyê min bibin Qesrê û ez ê li wir firavînê bixwim."
Selahattîn Demîrtaş ku li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê girtî ye, ji T24ê bersiv da pirsên Cansu Çamlibel.
Demîrtaş bersiva pirsa, “Navên curbecur di çapemeniyê de cih digirin. Gultan Kişanak, Rıza Turmen… Herî dawî Garo Paylan jî hatiye nivîsandin û xêzkirin. Di dilê te de kî ye?" da û got:
“HDP gelek navan dinirxîne ku navên hatine binavkirin jî hene, hêj navek zelal nîne. Ya girîng ne ew e ku çi nav di dilê min de derbas dibe, lê kî dikare vê berpirsiyariyê bi rêk û pêk bigire. Heya hevalekî me yê ku di her warî de vî karî bi cih bîne hebe, ji bo min tu pirsgirêk nîne. Herwiha ne ez biryardar im, gel e û her namzedê ku gel qebûl bike jî namzedê min e.”
Demîrtaş diyar kir ku ew ê ji bo namzediya Erdogan serî li Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) bidin û li ser pirsa ‘’Dibe ku encam were girtin’’ ev daxuyanî da.
“Encam tê girtin an na, ya girîng ew e ku bi awayekî vekirî li dijî helwesta bêhiqûqî ya Erdogan derkeve û bi eşkereyî nîşan bide ku namzediya wî rewa nîne.
'Wê Erdogan vê ji bo mexdûriyetê bi kar bîne' ferq nake, ji ber ku em di heman demê de 85 mîlyon biqîrin û bêjin 'Em gelekî ji Erdogan hez dikin' Erdogan wê li vir bibe sedema mexdûriyetê. Heger tiştekî nebêje dibêje: “Va ye, bi evînê dixwazin min bifetisînin, lê gelê min destûrê nade vê hewla xeniqandinê”?
Ji bo vê jî pêwîst e tirs û fikarên xwe bidin aliyekî û heta kêliya dawî parastina hiqûqê bikin. "